Bo yekem car Nûneratiya Kurdistanê li Enqerê tê vekirin

Di keşta serdana serdana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo Enqerê, di destpêkê de hevdîtineke yek demjimêrî ligel Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim encam da.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di keşta serdana serdana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo Enqerê, di destpêkê de hevdîtineke yek demjimêrî ligel Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim encam da.

Di hevdîtinê de, pirsa operesyona rizgarkirina Mûsilê, dawî rewşa Tileferê, pirsa PKKê li çiyayê Şingalê, yekîneyên leşherî yên Tirkiyê li Başîkê û pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê mijarên civînê bûn.

Li gor zanyariyan, di hevdîtinê de her du aliyan lihev kirine, ku di destpêka sala 2017an de, Nûneratiya Dîplomasî ya Herêma Kurdidtanê li Enqerê were vekirin.

Di sala 1996an her du partiyan, Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) nûneratiyên xwe li Enqerê vekirin, lê vê carê bo cara yekem Nûneratiya Kurdistanê tê vekirin.

Piştî hevdîtinê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî 45 xulekan bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlud Çawûşoglu re civiya.

Pişte Barzanî di riya firokxaneya Esenboga berê xwe da Stanbolê, ku biryar e ligel Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan hevdîtinekê pêk bîne.

 

 

Fly Erbil Advertisment