Artêşa Iraqê du gundên din rizgar kirin

Li bakurê rojavayê Mûsilê dikevin.

K24-Navenda Nûçeyan

Di çarçoveya operasyona rizgarkirina bajarê Mûsilê Artêşa Iraqê du gundên din li bakurê rojavayê Zabê kontirolkirin.

Derbarê vê yekê Şaneya ragehandina şer ya operasyonê daxuyaniyek belav kir tê de, ragehand ku, her yek ji gundê Qere Tibe û Hawselat ku, dikevin bakurê rojavayê Zabê ji çekdarên DAIŞê rizgarkirin û alaya Iraqê li ser bilind kirin.

Di 17ê meha borî de Artêşa Iraqê bi alîkariya Hêzên Pêşmere dest bi Operasyona rizgarkirina Mûsilê destpêkiriye û heta niha jî berdewam e heta temamiya bajêr were kontirolkirin.