Nêçîrvan Barzanî û Erdogan dicivin

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan li Stanbolê di civînê de ne.

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan li Stanbolê di civînê de ne.

Piştî ku Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi serdanekê gihêşt Enqerê, ligel Serokwezîr Binalî Yildirim civiya, piştre Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê gihêşt bajarê Stanbolê û berî bîstekî bi Serokomar re civiya.

Li gor zanyariyan, di vê serdana fermî ya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de, ji bilî pirsa pêwendiyên hemûlayane navbera Herêma Kurdistanê û rewşa siyasî û şerê DAIŞê, çend zanyarî amaje bi wê yekê dikin, ku yek ji tewerên sereke yên civînên Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel berpirsên pilebilind yên Tirkiyê, pirsa desteserkirina hevserok û palementerên HDPê ye, ku hewl dide roleke wî di navbera wan de hebe.

Her çend e bi awayekî fermî heta niha Hikûmeta Herêma Kurdistanê ew yek ranegihandiye, biryar e çend hevdîtin û civînên din ligel berpirsên wî welatî encam bidin.

 

 

Fly Erbil Advertisment