Riya di navbera Mûsil û Sûriyê de hate girtin

Fermandariya Heşda Şeibî li Iraqê ragihand, riya çûnûhatinê di navbera Mûsil û Sûriyê de hate girtin û Mûsil ji çar aliyan ve dorpêçkirî ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Fermandariya Heşda Şeibî li Iraqê ragihand, riya çûnûhatinê di navbera Mûsil û Sûriyê de hate girtin û Mûsil ji çar aliyan ve dorpêçkirî ye.

Berpirsên Heşda Şeibî amaje bi pêşketinên hêzên xwe li rojavayê Mûsilê dikin û gotin, heta niha hêzên Iraqî û hêza Pêşmergeyên Kurdistanê bazneke temam li çar aliyên Mûsilê girtine û riya çûnûhatina çekdarên DAIŞê ya di navbera Mûsil û Sûriyê de girtine. Çekdarên DAIŞê yên li Sûriyê nikarin piştevaniyê bo Mûsilê bişînin.

Fermandarê Heşda Şeibî ji medyayê ragihandin, riya Tilefer – Şingalê ketiya destê Heşda Şeibî û niha ligel hêza Pêşmerge gihêştine hev, di demên nêzîk de tevahiya bajêr bi ser çekdarên DAIŞê digire.

Herwiha ragihandin, ev pêşveçûn bi hevkariya tevahiya hêzên Iraqî û piştevaniya firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê bi Serokatiya Amerîka hariye.

Li bakur û û bakurê rojhilatê wî bajarî, piştî têkşikandina çeperên bergîriya DAIŞê û rizgarkirina navçeyên Kurdistanî, hêzên Iraqî dest bi pêçveçûnan kir û çûne nava Mûsilê û çend tax jî ji destê DAIŞê rizgar kirin.