Li Qamişlo leşkerekî rêjîmê hate kuştin

Li Qamişlo endamekî Asayişa Rojava teqe li leşkerekî rêjîma Sûriyê kir û ew kuşt.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Qamişlo, endamekî Asayişa Rojava teqe li leşkerekî rêjîma Sûriyê kir û ew kuşt.

Peyamnêrê K24ê li Qamişlo ragihand, berî bîstekê li nava bazara Qamişlo pevçûnek derket, endamekî Asayişa Rojava jî teqe li leşkerekî rêjîma Sûriyê kir û ew kuşt.

Piştî bûyerê, bazar û navenda Qamişlo hate valakirin.