Li Qamişlo ENKSê derdikeve xwepêşandanekê
ENKSê sibe li bajarê Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê li dijî girtina siyasetmedaran xwepêşandekê birêve dibe.
K24 – Navenda Nûçeyan
ENKSê sibe li bajarê Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê li dijî girtina siyasetmedaran xwepêşandekê birêve dibe.
Serokê Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Ibrahîm Biro, di ji K24ê de ragihand, ENKSê dê sibe li Qamişlo dest bi xwepêşandanekê li dijî kiryarên Rêveberiya Xweser û girtina endam û serkirdeyên ENKSê li Rojavayê Kurdistanê, bikin.
Biro da zanîn ku, îro bajarê Amûdê xwepêşandeke ENKSê li dijî girtina siyasetmedaran birêve çû, sibe jî dê li bajarê Qamişlo birêve here.
Biro amaje bi wê yekê kir jî, ku Asayiş Rojava 4 kesan azad dike, li şûna wan jî 14 kesan digire.
Tê zanîn ji duh ve, Asayişa Rojava 7 endam û serkirdeyên ENKSê ji girtîgehên xwe azad kirin, lê hîn bi dehan girtiyên ENKSê li herêmên Efrîn û Cizîrê di girtîgehên Rêveberiya Xweser de girtî ne.