Ahmed Turk bo girtîgeha Silivriyê li Stenbolê hat veguheztin

Turk piştî di 17ê Mijdarê de ji hêla Wezareta Navxweyî ya Tirkiyê ji kar hat dûrxistin û di 21ê Mijdarê de hat desteserkirin.

 

K24-Navenda Nûçeyan

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmed Turk piştî ku hate girtin, bo Girtîgeha Silivriyê hate veguheztin.

Li gor medyaya Tirkiyê ragehand ku, îro, bi rêya esmanî ve Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmed Turk piştî ku, hatibû, girtin, bo girtîgeha Silivriyê hate veguheztin.

Turk piştî di 17ê Mijdarê de ji hêla Wezareta Navxweyî  ya Tirkiyê ji kar hat dûrxistin û di 21ê Mijdarê de hat desteserkirin, duh li Mêrdînê derket pêşberî dadgehê.
Dadgehê biryar girt ku Turk bi hiceta endamtiya rêxistineke terorî girtin.