Li Dîlokê dengê teqînekê hate bihîstîn
Parêzgeriya Dîlokê derbarê bûyerê de daxûyaniyek nivîskî belav kir.
K24- Navenda Nûçeyan
Li bakurê Kurdistanê bajarê Dîlokê dengê teqînekê dijwar hate bihîstîn.
Dengê teqînê li her aliyê bajêr hate bihîstîn û nav civakê de bû sedem alozî û tirseke mezin.
Parêzgeriya Dîlokê derbarê bûyerê de daxûyaniyek nivîskî belav kir û da zanîn ku,sedema dengê teqînê naye zanîn û dibe ku, dengê balafirên şerî yên Tirkiyeyê ku, li Cerablûsê operasyon bi rê ve dibin wekî dengê teqînekê hatibe zanîn. Derbarê bûyerê de lêkolîna polîsan berdewam dike.