Li Şamê çekdarên opozîsyonê ji deveran derdikevin

Rêjîma Sûriyê û opozîsyona wî welatî li devera Tel û kampa Xan Şêx yên li Xota Rojhilat li gundawarê Şama Paytext lihev dikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêjîma Sûriyê û opozîsyona wî welatî li devera Tel û kampa Xan Şêx yên li Xota Rojhilat li gundawarê Şama Paytext lihev dikin.

Piştî hefteyek ji bombebarankirna bajarokê Tel ji aliyê rêjîma Sûriy ve, herdu aliyên rêjîm û opozîsyonê gihêştin rêkeftineke destpêkî derbarê derketina çekdarên opozîsyonê ji wî bajarokî.

Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirova ragihand, li gor rêkeftinê hêzên opozîsyona Sûriyê tevî çekên xwe ji bajarokê Tel derdikevin û berê xwe didin her deverekê bixwazin, di hemberê de jî bombebarana hêzên rêjîmê li ser wî bajarokî radeweste û jiyana asayî lê vedigere.

Herwiha nabe hêzên rêjîmê derbasî wê deverê bibe, ne ku nûçeyên mana çek di nava bajar de hebe.

Her li gor Rewangehê, ku li kampa Xan Şêx ya penaberên Filestînî ya ser bi Şamê ve jî, li gor rêkeftinekê di navbera rêjîm û opozîsyonê de, çekdarên opozîsyonê ji îro ve dest bi derketina ji wê deverê kirin.

Ji aliyê xwe ve, Rêxistina Bizîşkên Bêsînor duh ragihandin, ji roja 17 vê mehê ve bi awayekî zêde birîndar li devera Xota Rojhilat ketine.

 

Fly Erbil Advertisment