Du gumanbar bi kuştina Dr. Hişyar Îsmaîl hatin girtin
Heta niha lêkolîn û lêpirsîn ligel wan berdewam e.
K24-Navenda Nûçeyan
Çavkaniyekê aşkera kir, asayîşa Hewlêrê du kesên gumanbar bi kuştina Dr. Hişyar Îsmaîl hatin desteser kir.
Li gor Çavkaniyekê ji K24ê re aşkere kirî Asayîşa Hewlêrê du gumanbarên dosyaya terorkirina Dr. Hişyar Îsmaîl desteser kirin, ku ew mamostayê olî li bajarê Hewlêrê hatibû teror kirin û da zanîn ku, niha lêkolîn ligel wan berdewam e.
Heta naha ti çavkaniyeke fermî desteserkirina wan du gumanbarên li ser dosyaya kuştina Hişyar Îsmaîl piştrast nekiriye.