Tanrîkulu bo Demîrtaş: Helbet ev rojên tarî dê bidawî bibin

Parlamenterê CHP'ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrîkulu di girtîxaneya Edîrneyê de serdana Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş kir û da xuyakirin, helbet dê ev rojên tarî bidawî bibin, lê dostanî her dimîne. Tanrikulu, serdana xwe ya Demîrtaş li ser Twitterê aşkere kir. Tanrikulu derbarê naveroka hevdîtinê de daxuyanî neda.

K24 – Navenda Nûçeyan

Parlamenterê CHP'ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrîkulu di girtîxaneya Edîrneyê de serdana Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş kir û da xuyakirin, helbet dê ev rojên tarî bidawî bibin, lê dostanî her dimîne.

Tanrikulu, serdana xwe ya Demîrtaş li ser Twitterê aşkere kir. Tanrikulu derbarê naveroka hevdîtinê de daxuyanî neda.

Şaredarê Enqerê Melîh Gokçek, hê berê bang li endamên CHP'ê kiribû ku Tanrikulu bi awayek veşartî serdana Demîrtaş kiriye û dabû zanîn CHP ji xetê derketiye.

Di bersivdanê de Tanrikulu dabû xiyakirin, ew hê neçûye serdanê. Her tişt ne siyaset e û ewê di demeke kurt de serdanê bike.

Tanrikulu îro ser Twitterê da xuyakirin, di serdana wî ya bo Demîrtaş de her tişt xweş derbas bûye, helbet rojên xirab dê derbas bibin, xweşikiyên jiyanê mayînde ne."

Hikûmeta Tirkiyê destûr nade parlementerên HDP'ê biçin serdana parlementerên girtî. Her wiha bo serdana Demîrtaş destûr nedabûn endamên Parlementoya Ewropayê jî.