Li Tirkiyê 22emîn Festîvala Gerok a Fîlman bi dawî hat

Bîner û derhênerên fîlmî hêvî dikin ku fîlmên bi vî rengî zêdetir bibin û rastiyên jiyanê bi her awayî bên pêşkeşkirin.

K24-Navenda Nûçeyan

Li Tirkiyê 22. Festîvala Gerok ya Fîlman bi pêşkeşkirina wan fîlman bi dawî bû ku li ser jiyana kurdan a dijwar hatine kişandin. Di roja dawîn a festîvalê de fîlmê bi navê "Rauf" him bi mijara xwe him jî ji ber ku jiyana Kurdan raxistiye ber çavan eleqeyeke mezin dît.

Fîlmê bi navê "Rauf" ku bi temamî li bajarê Qersa bakurê Kurdistanê hatiye kişandin, jiyaneke zehmet û rastiya Kurdan ya çûyîna serê çiya û di ber re jî evîna zarokekî 9 salî bi navê Rauf tîne ber çavê bîneran. Ev fîlm, bi evîna Raûf re şer û pevçûnên ku li bajarên Kurdistanê berdewam in û êş û kulên dayîkên Kurd jî raberî temaşevanan dike. Soner Caner û Bariş Yilmaz her du derhênerên fîlmî dibêjin ku wan xwestiye fîlmê "Raûf" bikin awêneyek ji wê heyama reş a salên 1990an re ku Kurd di bin siya şer û alozî û koçberiyê de hewl didin jiyana xwe berdewam bikin.

Derhênerê Fîlmê Soner Caner wiha got:" Ez jî eslê xwe ji Qersê me û ev fîlm li gundê me hate kişandin. Ev gundê ku ez niha lê dijîm ji xeynî mezinên gund hemû zarok bi Tirkî diaxivin; ji ber vê yekê min fîlm bi Tirkî kişand. Ger min ev fîlm li Colemêrgê an jî li Diyarbekirê bikişanda min ê bi Kurdî bikişanda."

Derhênerê Fîlmê Bariş Yilmaz wiha axifî:

"Destpêkê me xwest ku tenê evîna zarokekî bigirin. Lê belê jiyana zarok di nava şer, alozî û zehmetiyan de derbas dibe hewce bû ku em wan jî raxin ber çavan. Mebesta me ne ew e ku em peyameke polîtîk bidin, em dixwazin rastiyan bînin ber çavan."

Filmê "Raûf" beşdarî 66emîn Festîwala Fîlman ya Navneteweyî ya Berlînê û 3emîn Festîwala Fîlman ya Duhokê jî bûye û heta niha 18 xelat wergirtine. Herwiha temaşevanên ku hatine fîlm, her çiqas hestiyar bibin jî him rexneyên wan him jî daxwazin wan hebûn.

"Fîlm di eslê xwe de û di warê mijarê de fîlmekî gelekî belkêş e lê belê mixabin rastiyên herêmê min di vî fîlmî de nedît. Fîlm yekalî hatiye girtin."

"Fîlm gellek serkeftî bû. Ez bi xwe ji herêma Egeyê me lê belê bi vî fîlmî min careke din rastiyên devera Kurdistanê û zehmetiyên Kurdan dîtin. Xwezî fîlmên bi vî rengî zêdetir hebûna."

Bîner û derhênerên fîlmî hêvî dikin ku fîlmên bi vî rengî zêdetir bibin û rastiyên jiyanê bi her awayî bên pêşkeşkirin.