Iraq yekem car e firokeyên F16 li Mûsilê bikar tîne
Jêderekî ji artêşa Iraqê ragihand, firokeyên F16 yên Iraqî şeva borî bo yekem carê çend binke û baregehên DAIŞê li nava bajarê Mûsilê bombebaran kirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Jêderekî ji artêşa Iraqê ragihand, firokeyên F16 yên Iraqî şeva borî bo yekem carê çend binke û baregehên DAIŞê li nava bajarê Mûsilê bombebaran kirin.
Wî jêderî aşkere kir jî, ew firoke ji binkeya asmanî Beled li aprêzgeha Selahedîn firîn û êrîş li nava bajarê Mûsilê pêk anîn.
Li gor rêkeftina di navbera Amerîka û Iraqê de, Bexda biqasî 65 milyon Dolar, 36 firokeyên ji cuerya F16 ji Washingtonê kirîbû.
ji despêka operesyona Mûsilê ve, çekdarên DAIŞê li nava bajarê Mûsilê bi riya otombîlên bombebarkirî û xwekujan êrîşan dike û sivîlan wek mertalên mirovî bikar tîne, artêşa Iraqê jî bi wiryayî pêşveçûnan dike.
Operesyona rizgarkirina Mûsilê di roja 17 Cotmehê de dest pê kir, hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê karîne çendîn taxên girîng ji destê DAIŞê rizgar bikin, niha şer li nava taxên Mûsilê berdewam e.
Li gor fermandarên leşkerî, ku DAIŞê ji çend rojan ve êrîşên pêçewane dike, lê nikare li ber pêşketinên artêşa Iraqê bigire.