Endamekî PDK-Sê ji ber bandora îşkenceyê canê xwe jidest da

Endamê Komîta Herêmê yê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK-Sê) Selah Seîd Yûnis piştî ku zîndanê Asayişa Rojva hate azadkirin, îro li Hewlêrê ji ber bandora îşkencebûna ku dîtiye canê xwe jidest da.

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamê Komîta Herêmê yê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK-Sê) Selah Seîd Yûnis piştî ku zîndanê Asayişa Rojva hate azadkirin, îro li Hewlêrê ji ber bandora îşkencebûna ku dîtiye, canê xwe jidest da.

Endamê PDK-Sê Selah Seîd Yûnis ku roja 14 Hezêrana borî ji aliyê Asayişa Rojava ve hatibû girtin û nêzîka 3 mehan di zîndanên Rêveberiya Xweser de mabû, di zîndanê ji ber îşkenceyê çavekî xwe jidest dabû.

Piştî ku Selah ji ber rewşa wî ya tenduristî roja 6 Îlonê ji zîndanê hatibû azadkirin. Piştre Selah hate Başûrê Kurdistanê, da ku çavê xwe çareser bike, lê ji encamên îşkenceyê nexweşiyeke penceşêrê di pişt çavê wî de çê bû û îro jî li Hewlêrê li nexweşxaneya Komarî canê xwe jidest da.

Li gor bizîşkên nexweşxaneyê ji malbata Selah re ragihandine, ku ji ber bandora îşkenceyê, nexweşiya penceşêrê di pişt çavê wî de çê bûye.

Selah Seîd Yûnis piştî azadkirina wî ji zîndanê ji K24ê re ragihandibû, Asayişa Rojava ji ber rewşa wî ya tenduristî ji zîndanê azad kiribû.

Cenazeya Selah Seîd Yûnis îro ji Hewrlêrê bo gundê wî Til Hebeş yê ser bi bajarê Amûdê li Rojavayê Kurdistanê tê veguhastin.