DBP: Ala Kurdistanê ya hemû Kurdan e û êrîş li ser şaş e
Tê pêşbînîkirin ku dê îsal Roja Ala Kurdistanê bihêztir were pîrozkirin.
K24-Navenda Nûçeyan
Roja 2'yê Berfanbarê, li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê êrîşî ofîsa Encumena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) hatibû kirin û piştre jî Ala Kurdistanê hatibû şewitandin. Li dijî vê bûyerê li Bakûrê Kurdistanê jî dengên nerazîbûnê bilind dibin û ev bûyer bi tundî tê şermezarkirin.
Bêrêziya li hemberî Ala Kurdistanê ku li Amûda Rojavayê Kurdistanê hatibû nîşandan, ji aliyê partiyên Bakûrê Kurdistanê ve jî rastî bertekan tên. Partiyên Bakûrê Kurdistanê amaje dikin ku nayê qebûlkirin Ala Kurdistanê ku nirx û remzê hemû Kurdên cîhanê ye, rastî helwesteke wiha kirêt were. Serokê Partiya Herêmên Demokratîk ê Diyarbekirê Zekî Baran amaje dike ku êrîşa li hember Ala Kurdistanê naye qebûlkirin û ew bawer dikin ku ev naye wê wateyê ku hemû rêveberên Rojavayê Kurdistanê li dijî Ala Kurdistanê bin.
Serokê Şaxa Diyarbekirê yê Partiya Herêmên Demokratîk Zekî Baran wiha got:
"Ala Kurdistanê çi bibe bila bibe gel temsîl dike. Ala Kurdistanê temsîliyeta gelê Kurd dike. Li Bakûr be jî, li Başûr be jî, li Rojava û Rojhilat be jî dema bûyereke wiha biqewime, ev naye wê wateyê ku desthilatdariya wê derê ji vê yekê berpirsiyar e."
Her çiqas ji aliyê hinek partiyan ve êrîşa li hemberî Ala Kurdistanê ne wekî berpirsiyariya asayîşa Rojavayê Kurdistanê were dîtin jî hinek alî jî ne di vê nêrînê de ne. Partiyên Kurdistanî amaje dikin ku berpirsiyariya Asayîşa Rojavayê Kurdistanê jî di êrîşê de heye. Serokê Partiya Maf û Azadiyan Hak Parê yê Diyarbekirê Vasif Qahraman dibêje ku eger PYD û YPG'ê nexwesta ev êrîş çênedibû.
Serokê Partiya Maf û Azadiyan Hak Parê yê Diyarbekirê Vasif Kahraman wiha axifî:"Tê gotin ku ev kar ji aliyê PKK-PYD'ê ve hatiye kirin. Ev demeke dirêjê ku ji xwe pêvetir tu kesekî û hêzekê qebûl nakin. Kesê ku Ala Kurdistanê bîne xwarê û bişewitîne, ew ne Kurd e."
17'ê Berfenbarê li Kurdistanê û hemû cîhanê wek Roja Ala Kurdistanê tê pîroz kirin. Erîşa li hember Ala Kurdistanê ku wek Ala Rengîn jî tê binavkirin, di heman mehê de rû da. Tê pêşbînîkirin ku dê îsal Roja Ala Kurdistanê bihêztir were pîrozkirin.