Amerîka li ser piştgirya Herêma Kurdistanê berdewam e
Biryare Rawêjkarê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di rojên bê de beşdariyê di hin panel û simînaran li navenda lêkolîn û strajiyên Waşingtonê de bike.
K24-Navenda Nûçeyan
Di çarçoveya hevdîtinên şanda bilind a Herêma Kurdistanê bi Serokatiya Şêwermendê Encûmena Asayîşa Kurdistanê Mesrûr Barzanî ligel Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken re hevdîtin pêkanîn.
Di civînê de Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken soz da ku, Washington dê li ser piştgiriya Herêma Kurdistanê berdewam be û hêvî kir ku, Îdareya nû jî ya koşka Spî li ser piştgiriya Kurdan bimîne ji ber ku, rola Herêma Kurdistanê û Pêşmerge di şerê dijî DAIŞê mezine.
Ev daxuyaniyên Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken di çarçoveya civîna wî ligel şanda bilind a Herêma Kurdistanê bi Serokatiya Şêwermendê Encûmena Asayîşa Kurdistanê Mesrûr Barzanî bû, ji aliyê xwe ve Barzanî pesnê Amerîkayê bi harîkariya Hêzên Pêşmerge da û daxwaz kir ku, Waşington alîkariya leşkerî û darayî bo Kurdistanê zêdetir bike.
Şanda bilind a Herêma Kurdistanê bûye heftiyek li Amerîkayê û heta niha gelek civîn ligel berpirs û rayedarên wî welatî re pêkanîne.
.jpg)
Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Hisên di daxuyaniyekê de bo K24ê ragehand ku, armanca wan ji serdanê naskirina siyaseta idareya nû ya Amerîkayê ye, tekez kir ku, pêwendiyên wan ligel îdareya Trump başin û dê baştir bin ji ber ku berî bibin desthilat wan piştevaniya Kurdistanê û pêşmerge kirye.
Her di heman civîna li gel Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mesrûr Barzanî behsa operasyona Mûsilê kir û ragehand ku, pêwîste mîkanîzmek bo bajarê Mûsilê piştî DAIŞê hebe, daku daniştiyên bajêr hest bi aramiyê bikin, tekez kir ku, pêşmerge û gelê Kurdistanê hevkariya Amerîka û cîhan dikin di şerê dijî terorê.
Herwiha di çarçoveya civînên xwe de şanda bilind a Herêma Kurdistanê ligel Alîkara Cîgirê Wezîrê Bergiriyê yê Amerîkayê Elissa Slotkin re civiya di wê civînê de Slotkin ragehand ku, Kurd hevpeymanekî giringin bo Amerîka di şerê li dijî terorê de û da zanîn ku, bêyî Kurdan Amerîka nikare şerê DAIŞê bike , herwiha soz da ku, Pentagon li ser wê rêkeftina ku, îsal di navbera Wezareta Bergiriya Amerîkayê û Wezareta Pêşmerge de hatibû imzekirin dê berdewam be.
Ji aliyeke din ve Şanda bilind a Herîma Kurdistanê bi serokatiya Rawêjkarê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ligel alîkarê Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Jonathan Cohen civiya, wî berpirsê Amerîkî behsa pêşketina Herêma Kurdistanê di hundirê 20 salên borî de kir, herwiha derbarê şerê Mûsilê amaje bi hevkariya di navbera Artêşa Iraqê û Hêzên Pêşmerge de kir û bi giringî wesif kir.
Berî niha Rawîşkarê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbarê serdana xwe bo Amerîka ji K24ê re ragehandibû ku, ew dixwazin sipasiya idareya niha ya Amerîkayê bo piştgirîkirina Herêma Kurdistanê bikin, herwiha helwestên idareya nû ya Amerîka derbarê pirsa Kurd li navçeyê ye nasbikin .

Biryare Rawêjkarê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di rojên bê de beşdariyê di hin panel û simînaran li navenda lêkolîn û strajiyên Waşingtonê de bike û behsa pirsa Kurd pêşhateyên navçeyê jî bike.