Li Nisêbînê teqînek rû da: kesekî canê xwe ji dest da

Kesek jî birîndar bû.

K24-Navenda Nûçeyan

Li bajarê Mêrdînê navçeya Nisêbînê teqînek rû da kesekî canê xwe ji dest da kesek jî birîndar bû.

Li navçeya Nisêbînê dema ku, xopana avahiyên ku, ji ber şer û pevçûnan rûxiyane dihat vegûhestin teqîn rû da.

Di encamê de welatiyek bi navê Bayram Îlîk canê xwe ji dest da welatiyek din ê bi navê Gulamî Arar birîndar bû. Piştî bûyerê polîsan lêpirsîn dan destpêkirin.

Li 6 taxên navçeya Nisêbînê ji 14ê Adarê ve derketina derva qedexe ye.