Li 3 gundên Diyarbekirê derketina derva hate qedexe kirin
Qedexe li gundên Şenlîk, Bîrlîk û Akçapinarê hate ragehandin.
K24-Navenda Nûçeyan
Li 3 gundên bajarê Diyarbekirê derketina derva hate qedexe kirin û li dijî PKKyê operasyonek berfireh hate destpê kirin. Li gor zanyariyan heta niha endamekî PKKyê canê xwe ji dest daye.
Parêzgeriya Diyarbekirê bi daxûyaniyek nivîskî ragihand ku, di çarçoveya operasyonên li dijî PKKyê de 3 gundên navçeya Licê yên wekî Şenlîk, Bîrlîk, Akçapinarê derketina derva hatiye qedexe kirin.
Piştî vê daxûyaniyê hêzên leşkerî yên Tirkiyeyê li gundewarên Licê dest bi operasyonek mezin kirin û li gor zanyariyan heta niha endamekî PKKyê canê xwe ji dest daye û operasyon berdewam dike.