Leşkerekî Rûsî li Helebê hate kuştin

Wezareta Bergîriyê ya Rûsyayê ragihand ku şêwirmendekî wê yê leşkerî li taxên rojavayê Helebê di encama êrişa de hate kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Bergîriyê ya Rûsyayê ragihand ku şêwirmendekî wê yê leşkerî li taxên rojavayê Helebê di encama êrişa de hate kuştin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Bergîriyê ya Rûsyayê, lêşkerê şêwirmend ê Rûsî Albay Ruslan Galîtskiy li taxên rojavayê Helebê rastî êrişa çekdarî ya grûpên opozîsyonê hat û bi giranî birîndar bû. Piştre Galîtskiyê li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku, Albay Ruslan Galîtskiy endamê tîma leşkerên şêwirmend ê Rûsî bû û li Sûriyê erkê xwe dikir.

Ji bêhtirî 2 hefteyan artêşa Sûriyê bi piştevaniya Rûsyayê dest bi operesyoneke tund li taxên rojhilatê Helebê û Heleba Kevin kirine.

Pêr jî Wezareta bergîriyê ya Rûsyayê ragihandibû, grûpên opozîsyonê nexweşxaneyek li Heleb topbaran kiribûn, di encamê de perestereke leşkerî ya Rûsî hatibû kuştin û 2 perester jî birîndar bûbû.

 

 

Fly Erbil Advertisment