Li bajarê Licê 6 endamên PKKê canê xwe ji dest dan

Duh, li navçeya Licê li 3 gûndan qedexeya derketina derva hatibû ragihandin.

K24-Navenda Nûçeyan

Li bajarê Diyarbekirê navçeya Licê 6 endamên PKKyê canê xwe ji dest dan.

Parêzgeriya Diyarbekirê derbarê operasyona ko ev 3 roj in li navçeya Licê dijî PKKyê berdewam dike daxûyaniyek nivîskî belav kir. Parêzgerî da zanîn ko di çarçoveya operasyonê de 6 endamên PKKyê canê xwe ji dest dane û hejmarek zêde çek û teqemenî jî hatiye bidest xistin.

Duh, li navçeya Licê li 3 gûndan qedexeya derketina derva hatibû ragihandin.