Rûsya: bêhtirî 8 hezar sivîl ji rojhilatê Helebê derketine

Li gor artêşa Rûsyê di 24 demjimêrên derbasbûyî de bêhtirî 8 hezar sivîl ji taxên rojhilatê Helebê derketine.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li gor artêşa Rûsyê di 24 demjimêrên derbasbûyî de bêhtirî 8 hezar sivîl ji taxên rojhilatê Helebê derketine.

Navenda Himêmîm ya Artêşa Rûsyê li Sûriyê di daxuyaniyekê de ragihand, 24 demjimêrên derbasbûyî de wan alîkariya 8 hezar û 461 kes kirine, da ku ji taxên rojihelatê Helebê derkevin, ji wan 2 hezar û 934 zarok in.

Herweha 14 çekdarên opozîsyonê jî dest ji çekên xwe berdan û derbasî rojavayê Helebê bûn.

Li gor Wezîrê Derve yê Rûsyê Sergey Lavrov artêşa Sûriyê êrîşên xwe li  deverên opozîsyonê li Helebê rawestandiye, da ku derfetê bidin kesên sivîl ji taxên rojhilat derkevin.

Artêşa Sûriyê û mîlîştayên pê re şer dikin û bi piştevaniya firokeyên Rûsyayê ji nêzîkî mehekê ve dest bi operasyonekê li taxên rojhilatê Helebê û Helebe Kevin kirine, ku nêzîkî ji sedî 80 ji wê deverê kontrol kirine.

Li gor jêderên meydanî jî, ku nêzîkî 10 hezar k.m çargoşe li rojhilatê Helebê di destê çekdrên opozîsyonê de maye.