Bi destê hostan pirtûkên dîrokî tên bergkirin

Pirtûk û kitêbên dîrokî ku bi demê re bergên wan hildiweşin yan jî vediqetin, bi destê hostayên Cizûbendker ji nû ve tên bergkirin. Rafet Gûngor jî hostayekî Cizûbendkere ku ev nêzî 50 sal in bi vî karî mijûl e, herwiha wî Qesîdeî Bûrdeya Seleheddîn Eyûbî jî di nav de gelek berhemên bêhempa yên dîrokî bi berg kiriye.

K24 – Stanbol

Pirtûk û kitêbên dîrokî ku bi demê re bergên wan hildiweşin yan jî vediqetin, bi destê hostayên Cizûbendker ji nû ve tên bergkirin. Rafet Gûngor jî hostayekî Cizûbendkere ku ev nêzî 50 sal in bi vî karî mijûl e, herwiha wî Qesîdeî Bûrdeya Seleheddîn Eyûbî jî di  nav de gelek berhemên bêhempa yên dîrokî bi berg kiriye.

Erka wî parastina berhemên destnivîsar in. Ew wan wekî zarokan hembêz dike. Ji berhemên destnivîsar re ji çerm û avzêrê bergan çêdike. Rafet Gûngor nojdarê pirtûkan e. Li Vefaya ku yek ji navçeyên Stenbolê ye 50 sale bi vî hûnerî re mijûl e. Wî heta niha ji deh hezaran zêdetir pirtûk bi Cild kiriye

Cizûbendker Rafet Gûngor ji K24ê re derbarê karê xwe axivî: "Min li Pirtûkxaneya Silêmaniyê nêzî 25 salan karê Cild kirinê kiriye. Piştre jî ez derbazî Arşîvên Osmanî bûm û min nêzî 10 salan jî li wir kar kiriye. Karê ku em dikin girêdayî hûnera klasîk e.  Hûnera Cild kirinê wek hûnera Rojavayî û Rojhilatî ji 2 cûreyan pêk tê. A rastî heger em li bingeha wê binêr in ji destpêka pênûs û kaxiz bikaranînê heta niha ev kar berdewam dike."

Gelek hûrgiliyên vî hûnerî hene. Her berhema ku tê Cild kirin, beriya cild kirinê ji proseyeke zehmet û dirêj derbas dibe û divê, di vê proseyê de berhem bi awayekî gelekî hessas were parastin. Rafet Gûngorê ku di maweya 50 salan de ji sedan zêdetir xwendevan perwerde kiriye Li Sûriyê Qesîdeî Bûrdeya Seleheddîn Eyyûbî jî di  nav de gelek berhemên bêhempa yên dîrokî bi berg kiriye.

Gûngor got jî: "Ez 2 caran çûme Sûriyê. Min li wir Qasîdeî Bûrde ya Seleheddîn Eyyûbî û çend berhemên Muhîddîn Erebî jî bi berg kiribûn. Piştre jî ez vexwendim Efxanîstanê; li wir jî min Qurana destnivîsar ya herî mezin ya cîhanê di maweya 4 mehan de bi berg kir Yek ji babeta herî girîng ya ku divê em pirtûkan jê bi parêz in ritûbet e. Ya din jî tîrêjên tavê ne. Divê germahiya hewayê jî di navbera 18 û 22 pileyan de be." 

Bikirê Cildên Hosta Rafet jî, ku ev bi salane di gel wî kar dike, bal kişand ser girîngiya vî hûnerî û got; divê ev hûner tekez berdewam bike. Bikirê Cildên dibêje: "Bê gûman ev hûner hûnereke gelekî hêjaye. Gava mirov ji derve dibîne mirov pêdernaxe ku ev qas berhemên newaze di hûndir de ne. Lê helbet ev hûnera newaze di serî de hûnerê hosta bi xwe ye."

Hostayê Cizûbendker Rafet Gûngor ev ji 50 salan zêdetir e ku vê hûnera dîrokî bi awayekî serkeftî bi cî tîne û ew hêvî dike ku ev hûner di nav pelên dîrokê de wenda nebe.