Parlementerekî Iraqî hate kuştin
Parlementerê Sunî yê di Parlementoya Iraqî ya Ebdilezîm Ecman li başûrê Iraqê hate kuştin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Parlementerê Sunî yê di Parlementoya Iraqî ya Ebdilezîm Ecman li başûrê Iraqê hate kuştin.
Parlementerê Iraqî Mişan Cibûrî li ser rûpele xwe ya tûra pêwendiyên civakî “Facebook” belav kir, Ecman li ser riya di navbera Nasiriye û Besrayê rastî êrîşeke çekdarî hat û di encamê ew û ajokarê wî vê hatin kuştin.
Tevî ku hin desgehên nûçeya kuştina Ecman red kirin û gotin ku, di encama bûyereke çûnûhatinê de canê xwe jidest daye, lê kenala fermî yê Iraqê nûçeya kuştina Ecman di êrîşeke çekdarî de piştrast kir.
Ebdilezîm Ecman parlementerekî Sune û ji parêzgeha Besra ya li başûrê Iraqê û endamê Partiya Îslamî ya Iraqê bû.