Hikûmeta Herêma Kurdistanê teqînên Stenbolê şermezar kir

Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi tundî êrişa terorîstî ya Stenbolê ya roja Şemiyê 10 Berçele şermezar û ragihand, Terrorist li her cihekê derfetê bi dest bixin, dijî hemû behayên mirovahî dicengin, lewma divê nehêştina terorê bibe armanca sereke ya hemû welatên cîhanê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de, ku li malpera “KDP.info” belav kir, ragihand: “Em sersaxiya malbata qurbaniyan û hikûmet û gelê Tirkiye dikin û hêviya zû başbûnê ji bo birîndaran dixwzin.”

Di daxuyaniyê de de hat jî: “Terrorist li her cihekê derfetê bi dest bixin, dijî hemû behayên mirovahî dicengin û serderiya wan jî dijî hemû beha û mirovahiyî ye, lewma divê nehêştina teror û hizr û jêderên wê bibe armanca sereke ya hemû welatên cîhana azad û pêşketî.

Di beşeke din ya daxuyaniyê de hat: “Hikûmet û gelê Herêma Kurdistanê baş ji êş û jana terorî tê digehin, her ji destpkêkê, em di bereya pêşnegya vî şerî de ne, li dijî terorîstên DAIŞê û bi alîkariya hêzên dost û hevpeyman li ser şikandina teror û tarîyatiyê berdewam in.”

Di dawiyê de hat: “Em hêvîdar in êrîşkerên vê êrişa hovane û her kiryareka din ya terorîstî li her cihekê bin, bi zûtirîn dem bêne dîtin û sizaya dadperwerane werbigirin.”

Şeva borî bajarê Stenbolê bi teqînan hate hejandin, di encama herdu teqînan de hejmara qurbaniyan gehişte 38 kuştiyan, ku jê 30 polîs in û 8 jî kesên sivîl in. Herwiha 155 kes birîndar bûn.