Li Mêrga Botana stûrbûna berfê gihişte nîv mitrî
Dibe cihê dixweşiya welatiyan.
K24-Colemêrg
Li Merga Botana navenda kaşûnê ya ser bi Colemêrgê bi hatina çile stûrbûna berfê jî gihişte nîv mîtroyî. Karmend û welatî jî demên xwe yên derveyî hefteyê li navenda kaşûnê derbas dikin û kêfa kaşûnê derdixin.
Li Merga Botan ku dinav sînorên Colemêrgê dimînê û diTirkiyê de jî yek jiwan navendên kaşûnêyê herî bilinde,wextê kaşûnkirinê destpêkir. Ev navenda kaşûnê 12 kîlomîtroyan dûrî navenda Colemêrgê ye û duhezar 800 kîlomîtroyî jî bilindahiya wê heye.
Bihatina çile û barînaberfê jî li navenda kaşûnê stûrbûna berfê gihiştiye nîv mîtroyî. Welatiyên ku dawiyên hefteyê ji kar fersendê di bînin berê xwe didin navenda kaşûnê û demên xwe bi zarok, heval an jî bimalbatên xwere derbas dikin û bêhna xwe livir berdidin.
Bijîjk Tirkî Asude Uzdu wiha got:"Gotin ku navenda kaşûnê ve bûye. Piştî me jî bihîst ku stûrbûna berfê gihiştiye asta kaşûnê em hatin. Ez hîna nizanim kaşûnê bi kimlê belê ji bo ez ferî bibim ez livirdigerim. Li Îzmîrê derfeteke wisa tûneye û ev jî jibo Colemêrgê fersendeke mezin e."
Barîna berfê her çiqas ji bo hindek welatiyan were wateya zehmetiyê jî,ji bo kesên karker û wan kesên zêde di xebitin di heman demê de ji bo ji dûrketina kar dibe fersendeke mezin.