Hunermend Îbrahîm Candan ji ber bêderfetiyê xembar e

Hunermendê Kurd Îbrahîm Candan ê ku li Bakurê Kurdistanê û gelemperiya Tirkiyê hunermendekî bi navûdeng bû, niha ji hunera xwe dûr maye. Candan Dibêje; ji ber ku rûmeta hunerê li nav gel nemaye, ez ji hunerê bi paş ve mame. Candan ji ber bêderfetiyê xembar e û li hêviya kar û xebatekê ye.

 

K24 – Diyarbekir

Hunermendê Kurd Îbrahîm Candan ê ku li Bakurê Kurdistanê û gelemperiya Tirkiyê hunermendekî bi navûdeng bû, niha ji hunera xwe dûr maye. Candan Dibêje; ji ber ku rûmeta hunerê li nav gel nemaye, ez ji hunerê bi paş ve mame. Candan ji ber bêderfetiyê xembar e û li hêviya kar û xebatekê ye.

Hunermend Îbrahîm Candan, hunermendekî Kurd e. Candan, ji 18 saliya xwe ve bi hunerê ve mijûl dibe û ev 30 sal in bi dengê tembûra xwe dibe dengê dilên xembar û bi awazên xwe hevalbendiya têlên tembûrê dike. Candan çawa tê mala xwe, ber bi jûra xwe ya jorîn ve dimeşe û ber bi tembûra xwe ya kedkar ve dimeşe.

Hunermend Îbrahîm Candan ji K24ê re got: "Hunermendekî wexta ku dikeve derdê nan û ava malbata xwe, ka ew hunermendê çi huner bike? dê çi bibêje û çi binivîse."

Îbrahîm Candan, di salên 2007 û 2008'an de li Tirkiyê jî nav û dengê xwe belav kiriye. Bi albûma xwe ya bi navê 'Neden Gulum' (Çima Gula min) hem bi gotinên vê stranê, hem bi awazên wê, hem jî bi strîna wê stranê, li Tirkiyê wekî stranbêjê salê hatiye diyarkirin. Hunermendê ku di dema xwe de bi navûdeng bûye û stranên wî li ser zimanan geriyane, ev 3 sal in bi temamî ji hunerê qut bûye.

Herwiha Candan dibêje: "Pêwîst e ku hunermend di warê aboriyê de xurt be,  çawa bibêjim; ji bo nanê rojane hewceyê tu kesî nebe, lê 3 sal 3 emir dê li malê rûne û  karekî neke, xebatekî neke tu xwe ji bîr dikî ne hewceye ku gel ji te bîr bike."

Ji ber ku Candan tenê xwe ji bo hunerê bi pêş ve biriye û heta salên dawiyê jî nesîbê xwe û malbata xwe ji hunerê girtiye, niha bê kar û bar e. Û rewşa wî ya aboriyê qet ne baş e. Candan dibêje; 'Ez beriya her tiştî bav im, 7 zarokên min hene, dema ez nikaribim pêdiviyên zarokên xwe bi cih nînim, ez nikarim hunera xwe jî dewam bikim.'

Candan hêvî kir û got: "Daxwaza min ji temaşevanên ku niha me temaşe dikin ew e ku, bila ji min re dua bikin û bibijin Ya Rebî Tu deriyekê xêrê ji wî mirovî re vekî.  Em dibêjin têrxwarîyên me - min bibexşîne-  têrxwariyan hay ji birçiyan tune ne."