Li 21 taxên Diyarbekirê qedexe hat ragihandin
Li Bakurê Kurdistanê, şer û pevçûnên navbera endamên PKK’ê û Artêşa Tirk Dewam dikin. Ji bo operasyonên leşkerî werin birêvebirin, Parêzgeriya Diyarbekirê, ji bo 21 taxên 4 navçeyên Diyarbekirê banga qedexeya derketina kuçe û kolanan ragihand.

K24 – Diyarbekir

Parêzgeriya Diyarbekirê, ji bo navçeyên Diyarbekirê yên Lice, Farqîn, Hênê û Karazê banga qedexeya kuçe û kolanan ragihand. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dê li hember endamên Partiya Karkerên Kurdistanê, PKK’ê operasyonên leşkerî werin destpêkirin.
Qedexe vê sibehê di demjimêr 05:00’an de hat ragihandin û dê heta bangewaziyeke din derketina kuçe û kolanan, ji bo niştecihên herêmê qedexe be.