Tirkiye, Rûsya û Îranê derbarê Helebê de dicivin
Wezareta Derve ya Tirkiyê radigihîne, Rûsya, Îran û Tirkiyê sibe danûstandinan derbarê Helebê de dikin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezareta Derve ya Tirkiyê radigihîne, Rûsya, Îran û Tirkiyê sibe danûstandinan derbarê Helebê de dikin.
Berpirsekî ji Wezareta Derve ya Tirkiyê ji rojnamevanan re ragihand, Rûsya, Îran û Tirkiyê sibe danûstandinan derbarê Helebê de dikin, da ku bigihin çareseriyekê li Helebê.
Herwiha got: “Armanca hevdîtinê ew e, ku nêrîn û helwesta her sê welatan bên têgihêştin, ku em li kû ne û em berve kû ve diçin. Ne tiştekî ne bêçare ye, em dikarin guhdariya hev bikin.”
Ji aliyekî din ve, Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawûşoglu ragihand, heta niha 12 hezar sivîl ji taxên rojhilatê Helebê hatine derxistin, di nava wan de 4 hezar û 500 zarok hene.
Proseya derxistina sivîlan ji encama rêkeftinekê di navbera Rûsya, Tirkiye û rêjîma Sûriyê ve birêve diçe.