Ji bo alîkariya zarokên Kobanê şahiyek lidar ket
Komeke Kurd li Stenbolê bi mebesta alîkariya bo zarokên Kobanî şahiyeke li dar xist. Di şahiyê de hem pêdiviyên zarokên Kurd hatin peydekirin hem jî bi stran û helbestên Kurdî dilê beşdaran geş bû.

K24 – Stenbol
Komeke Kurd li Stenbolê bi mebesta alîkariya bo zarokên Kobanî şahiyeke li dar xist. Di şahiyê de hem pêdiviyên zarokên Kurd hatin peydekirin hem jî bi stran û helbestên Kurdî dilê beşdaran geş bû.
Li ser banga Komeleya Roja Zêrîn ji her çar perçeyê Kurdên ku li Stenbolê dijîn, ji bo peydekirina pêdiviyên zarokên Kobanî, di bernameyeke taybet de hatin ba hev. Berpirsên komeleyê xwestin ku balê bikêşînin ser zarokên Kurd ku di vê demsala dijwar de jiyana xwe bi zehmet derbas dikin.
Berpirsê Komeleya Roja Zêrîn Xalid Amedî ji K24ê re got: “Em dixwazin bi taybetî alîkariya zarokên Kobanî bikin, pêdiviyên wan ên dibistanê çi hebin bê peydekirin ji bo vê me bernameyeke wiha saz kir.
Aktîvîst Asya Elmas jê wiha axivî: “Ev çend sal in li Başûr û Rojavayê şer heye, milet perîşan bûye me jî got em werin vir da ku alîkariya zarokan bikin.”
Di şahiyê de çend hunermend jî bi helbest û stranên xwe hunerên xwe pêşkêş kirin.
Lîstikvan Rehîmê Qoserî jî got: “Zarok, pêşeroja miletekî ye. Pêşeroja miletekî di zarokan de veşartî ye. Eger îro zarok dilşikestî bin pêşeroja wî miletî jî wê şikestî bin.”
Endamê Partiya Kurdistana Sûriyê Ahmedê Efrînî ji K24ê re anî ziman: “Em wek xelkê Kobanî Rojavayê Kurdistanê beşdarî vê şahiyê bûne. Bi rastî ev gaveke hêja ye ku alîkariya zarokan tê kirin. Em jî amade ne ku çi ji destê me bê em ê bikin.”
Berpirsê komeleyê Xalid Amedî amaje kir ku ji bo alîkariya zarokên Kobanî di demên pêş de bi beşdariya hunermendê navdar Ciwan Haco li Stenbolê konsereke mezin wê saz bikin.