Putin: Emê tola kuştina Karlov bi xurtkirina şerê terorê hildin
Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn ragihand, kuştina Karlov bi mebesta têkdana pêwendiyên Moskow û Enqerê û çêkirina pirsgirêkan li hember hewlên çareserkirina kirîza Sûriyê ye. Pûtîn got, ewê tola kuştina Karlov bi xurtkirina şerê li dijî terorê hildin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn ragihand, kuştina Karlov bi mebesta têkdana pêwendiyên Moskow û Enqerê û çêkirina pirsgirêkan li hember hewlên çareserkirina kirîza Sûriyê ye. Pûtîn got, ewê tola kuştina Karlov bi xurtkirina şerê li dijî terorê hildin.
Şeva borî Balyozê Rûsya yê li Tirkiyê Andrey Karlov di dema beşdarîkirin di pêşangeheke wêneyan de li bajarê Enqerê rastî êrişeke çekdarî hat û di encamê de canê xwe jidest da.
Pûtîn da xuyakirin, ku kuştina Karlov bi armanc hatiye kirin û tekez kir, ku ew bûyer wan di şerê li dijî terorê de mikurtir dike û doz da ku kes û aliyên bikuj dê di pêşerojê de wê yekê bibînin.
Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn sersaxî ji malbat û dost û kesûkarên Andrey Karlov re xwast û daxwaz ji Wezîrê Derve yê wî welatî Sergey Lavrov kir, ku merasîmek taybet bo vegerandina termê Karlov saz bike.
Putîn got: “Ev helbet porovokasyonek e li dijî asayîbûna pêwendiyên Rûsya û Tirkiyê. Herwiha provokasyonek li dijî hewldanên Rûsya, Tirkiye û Îranê yên ji bo çareseriya aştiyane ya li Sûriyê ye. Tenê bersiveke vê heye, ev jî bihêzkirina têkoşîna li dijî terorîzmê ye. Dê qelaş vê hest bikin.”
Vladimir Pûtîn daxwaz ji hikûmeta Tirkiyê jî kir, ku lêkolîneke hûr derbarê bûyera kuştina Karlov de bike û got: “Di pêwendiyeke telefonî ya li gel Serokomarê Tirkiyê de, min daxwaz li wî kir ku lêkolîneke hûr derbarê kuştina wî (Karlov) de bike.”