Îran, Tirkiye û Rûsyayê li Moskoyê dicivin
Wezîrê derve yên her sû welatan Îran, Tirkiye û Rûsyayê li Moskoyê derbarê rewşa Sûriyê de dicivin. Ev civîn jî piştî kuştina Balyozê Rûsya li Enqerê Andrey Karlov tê.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê derve yên her sû welatan Îran, Tirkiye û Rûsyayê li Moskoyê derbarê rewşa Sûriyê de dicivin. Ev civîn jî piştî kuştina Balyozê Rûsya li Enqerê Andrey Karlov tê.
Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov berî civîna bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawûşoglu ragihand, piştî kuştina Balyozê Rûsya li Enqerê Andrey Karlov, careke din terrorist dê ti dilovaniyê nebînin.
Lavrov got, kuştina balyozî bo alozkirina şerê li dijî terorê li Sûriyê ye. Herwha Lavrov got jî, kuştina Karlov dihêle ku danûsyandin di navbera Enqere û Moskoyê de zêdetir pêwîst bin.
Bi armanca beşdarîkirina di civîna sê alî, Wezîrê Derve yê Tirkiyê derange şeva borî gihêştibû Moskoyê.
Şeva borî Balyozê Rûsya yê li Tirkiyê Andrey Karlov di dema beşdarîkirin di pêşangeheke wêneyan de li bajarê Enqerê rastî êrişeke çekdarî hat û di encamê de canê xwe jidest da.