Festîvala Filman ya AMEDê li Stenbolê hat nîşandan

Festîvala filman ya AMEDê ya ku ji bo meha Mijdarê dihate plankirin, lê ji ber girtina hin parlamenter û serokşaredarên HDPê bo meha Berçele hate pêşbînîkirin, li Stenbolê dest pê kir. Festîvala ku îsal duyemîn car e tê lidarxistin, bi awayekî hevdemî di gel Amed, Batman û Mêrdînê li Stenbolê jî hat lidarxistin. Herwiha Festîvala filman ya AMEDê di heman demî de li Romanya û Qibrisê jî hate nîşandan.

K24 – Stenbol

Organîzator Veysî Altay li ser fîlmên di festival de beşdar in ji K24ê re got: "Di Fîlmê me de ji çar perçê Kurdistan û ji Behrareş ya Tirkiyê û ji cîhên cûda film hene. Ji Kurdistana Îranê başurê jî bakurê jî film hene û temaşevanên me tên temaşe dikin bertekên xwe nîşan didin.

Di festivalê de nêzî 20 filmên balkêş yên piraniya wan li ser Kurdan û erdnigariya Kurdistanê hatine çêkirin derketin pêşberî temaşevanan. Yek ji filmê herî balkêş jî ji Efgenîstanê filmê derhênerê Kurd Aboozar Amîn ê bi navê "Where îs Kurdistan" bû.

Ji Îranê filmên derhênerên Kurd yê Iraj Mohamadî Razî yê bi nave The Paîntîngs û filmê Muaz Gûneş yê bi nave Hêk jî di festivalê de hatin nîşandan.

Hunerhezên Kurd yên li Stenbolê ji festivalê gelekî dilşad bûn û herwiha eleqeyeke mezin nîşanî festivalê dan.