Çek û meya çekdarên DAIŞê tên aşkerekirin
Hêza Dijetrora Iraqê li Mûsilê dest danîn ser beşek ji çek, teqemenî, guleyên Hawin û madeyên teqîner yên çekdarên DAIŞê, ku piraniya guleyên Hawinê ji aliyê DAIŞê ve hatibûn çêkirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Hêza Dijetrora Iraqê li Mûsilê dest danîn ser beşek ji çek, teqemenî, guleyên Hawin û madeyên teqîner yên çekdarên DAIŞê, ku piraniya guleyên Hawinê ji aliyê DAIŞê ve hatibûn çêkirin.
Tiştê balkêş jî ew bû, ku gelek cureyên meyê wek (Bîre û Wîskî) di nava kelûpelên çekdarên DAIŞê de bûne.
Operasyona rizgarkirina Mûsilê roja 17 Cotmehê bi beşdariya 100 hezar leşker ji hêzên Iraqî û Kurdistanê û hêzeke taybet ya Amerîka û bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî dest pê kir.