Amerîka daxwaza HSDê red dike
Amerîka daxwaza Hêzên Sûriyeya Demkratîk bo mûşekên li dijî firokeyan red kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Amerîka daxwaza Hêzên Sûriyeya Demkratîk bo mûşekên li dijî firokeyan red kir.
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka Mark Toner raghand, ew ti mûşekên li dijî firokeyan (Yên li Milan tên hilgirtin) nadin opozîsyona Sûriyê.
Toner got: “Me ti sîstemên bergîriya asmanî yên li ser milan tê hilgirtin nedane opozîsyona Sûriyê, helwesta me derbarê wî çekî de nehatiye guhartin û metirsiyên me hene ku ev cure çek bigihîne Sûriyê.”
Herwiha Rûsya jî ragihandibû ku, Amerîkayê çekê li dijî firokeyan daye opozîsyonê û ew jî gefeke li hêzên wan yên Sûriyê, lê Amerîka ew yek red kir.
Berdevkê HSDê Telal Silo berî demekê daxwaz ji Amerîka kiribû ku di pêşerojê de çekên li dijî firokeyan bidin wan, da ku xwe ji êrîşên asmanî biparên, ji ber ku dijminên wan bi firokeyan êrîşî wan dike.