Navê federalîzmê bû Yekîtiya Demokratîk a Bakurê Sûriyê
Di roja duyem ya civîna Desteya Damêzrêner a sîstema Yekîtiya Demokratîk a Rojava û Bakurê Sûriyê de navê sîstemê hate guhartin û bû “Sîstema Yekîtiya Demokratîk a Bakurê Sûriyê”
K24 – Navenda Nûçeyan
Di roja duyem ya civîna Desteya Damêzrêner a sîstema Yekîtiya Demokratîk a Rojava û Bakurê Sûriyê de navê sîstemê hate guhartin û bû “Sîstema Yekîtiya Demokratîk a Bakurê Sûriyê”
Di dirêjahiya kongreya roja duyem ya Desteya Damezrêner a sîstema federalîzmê li bajarokê Girkê Legê de, bi piraniya dengan navê sîstema federalîzmê bo sîstema “Yekîtiya Demokratîk a Bakurê Sûriyê” hate guhartin.
Endamê Encûmena Damêzrêner ya sîstema federalîzmê Luqman Ehmê ji K24ê re ragihand, bi piraniya dengan biryara guharina navê sîstemê hate dayîn. Ehmed tekez kir jî, beşek ji endamên Kurd di nava kongreyê de li dijî wê biryarê bûn, lê guhartina navê “Yekîtiya Demokratîk a Bakurê Sûriyê” hate pesend kirin.
Herwiha Ehmê da zanîn ku, Hevbendiya Niştimanî ya Kurd li Sûriyê, Hevgertina Çepxwaz û Demokratîk a Kurd, Partiya Komonist a Kurdistanî û Partiya Kesk a Kurdistanî û hin kesayetiyên serbixwe, ji guhartina navê federalîzmê nerazî bûn.
Roja 16 Adara 2016an û bi beşdarbûna 200 nûnerên her sê Kantonên Rojava, Cizîr, Efrîn û Kobanê û nûnerên pêkhateyên Ereb, Aşûrî, Ermen, Tirkmen û Çîçanan, herwiha nûnerên HSD, YPG, YPj, û rêxistinên siyasî sîstema federalîzmê bo Rojava û Bakurê Sûriyê hatibû ragihand.