Çavuşoglu: deriyê Astana li ber PYDê girtiye
Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlud Çavuşoglu, li ser destpêkirina pêvajoya agirbestê li tevayiya Sûriye ragihand, ku: ew di demek nêzîk de, dê bikeve pratikê de.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlud Çavuşoglu, li ser destpêkirina pêvajoya agirbestê li tevayiya Sûriye ragihand, ku: ew di demek nêzîk de, dê bikeve pratikê de.
Herweha girêdayî beşdariya PYDê di hevdîtinên Astana ya paytexta Kirgizîstanê de Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlud Çavuşoglu diyar kir, ku derî li ber PYD girtiye. Ew ti caran rê nadin PYDê amadeyî civînê bibe.
Di bin serpereştiya Rûsiya, Îran û Tirkiyê de, biryar e danûstandin di navbera rêjîm û aliyên opozîsyona Sûriyê de li Asîtanê paytexta Kazaxistanê di meha Çileya sala 2017ê de bête lidarxistin.
Şêwirmendê Hevserokatiya PYDê Sîhanok Dîbo jî ji K24ê re ragihandibû, ew geşbîn in ku danûstandinên li Asîtanê bi encamên baş derkevin.