Qado Şêrîn: Guharina navê federalîzmê di berjewendiya rêjîm û Îranê de ye
Şêrîn da zanîn, guhartina vî navî bo razîkirina Erebên deverê ne û dikeve berjewendiya rêjîma Esed û Îran û hevalbendê wan yên li dijî Kurdistanê û netewa Kurd de ye.
K24 – Navenda Nûçeyan
Îro li bajarê Girkê Legê ya Rojavayê Kurdistanê civîna Desteya Damêzrêner a sîstema Yekîtiya Demokratîk a Rojava û Bakurê Sûriyê birêve çû, tê de navê sîstemê hate guhartin û bû “Sîstema Yekîtiya Demokratîk a Bakurê Sûriyê”
Li ser vê mijarê nivîskar Qado Şêrîn ji K24ê re ragihand, ku ew ji ber avêtina gotina “Rojava” ji navê federalîzmê matmayî nemaye, ji ber ku ji roja yekem de ya ragihandina sîstema ferderalîzma Rojava û Bakurê ve, serkirdeyê PKKê Riza Altun li dijî wî navî derket û got ku, divê nave “Rojava” jê were avêtin, ji ber navê “Rojava” wateya netewî destine.
Şêrîn da zanîn, guhartina vî navî bo razîkirina Erebên deverê ne û dikeve berjewendiya rêjîma Esed û Îran û hevalbendê wan yên li dijî Kurdistanê û netewa Kurd de ye.
Herwiha Şêrîn got: “Ji roja PYD û hevalbendên wê ve li Rojavayê Kurdistanê bûne desthilat, êrîşî çalakvanên Kurd yên ala Kurdistanê hildigirtin kirin. kokujî pêk hatin. Girtin bi ferehî çê bû. Zarok hatin revandin. Sembolên netewî hatin şewitandin.”
Şêrîn amaje kir, ku piştî girtina Rêberê PKKê Abdulah Ocalan, serkirdên PKKê li dijî netewa Kurd derdikevin û helwestên xwe jî bi serbilindî tînin ziman.
Şêrîn amaje bi wê yekê jî kir, ku her tim şervan û şehîdên YPG û YPJ li cihê rêzgirtinê bûne, lê ew helwest siyasî rexne dikin ku berê YPG û YPJ didin aliyê şaş û şer dikin.
Derbarê rola Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) de Şêrîn got ku, derfet bo ENKSê nehatiye dayîn ku bi rola xwe rabe. Gelek rêkeftin li Başûrê Kurdistanê bi TEV-DEMê re îmze kir, lê hemû jî neçûn serî. Desthilata ku li ser erdê hebû derfet neda ku ew rêkeftin cibicî bibin.