Çawûşglu: Hîna Amerîka çekan dide YPGê
Wezîrê Derva yê Tirkiyê Mewlût Çawûşoglu bersiva Balyozê Amerîkayê ya Enqereyê da û ragihand, Amerîka hîna çekan dide YPGê.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê Derva yê Tirkiyê Mewlût Çawûşoglu bersiva Balyozê Amerîkayê ya Enqereyê da û ragihand, Amerîka hîna çekan dide YPGê.
Wezîrê Derva yê Tirkiyê Mewlût Çawûşoglu beşdarî televîzyona “Haber” bû û da zanîn ku, heta îro Amerîkayê çek dane YPGê. Çawûşglu herwiha Amerîkayê bi alîkarînekirina operasyona Mertal Feratê jî tohmetbar kir û got hêzên Hevpeymaniya Navdewletî bi serokatiya Amerîka alîkariya asmanî nade hêzên wan Babê.
Duh Balyozxaneya Amerîkayê yê Enqereyê ji hesaba xwe ya “Twîtterê” ragihandibû ku, Amerîka çekan nade YPG û PKKê.
Herwiha Çawûşglu derbarê rêkeftina agirbestê li Sûriyê amaje kir, ew kar dikin ku berî hatina sala nû agirbestekê li tevahiya Sûriyê rabigihînin.