Nûnerên Kurd ji guhartina navê federalîzmê “Xweparêz” in
Navê sîstema federalîzmê yek ji xalên sereke ne di civîna erêkirina li ser girêbesta civakî de, alîgirên piştgiriya guhertina nav dibînin ku navê Bakurê Sûriyê nûnertiya her kesî dike, ji aliyekî din ve 12 partiyan ji biryara guhertina navî xweparêz in.
K24 – Girkê Legê
Navê sîstema federalîzmê yek ji xalên sereke ne di civîna erêkirina li ser girêbesta civakî de, alîgirên piştgiriya guhertina nav dibînin ku navê Bakurê Sûriyê nûnertiya her kesî dike, ji aliyekî din ve 12 partiyan ji biryara guhertina navî xweparêz in.
Li ser dirêjahiya 3 rojan Encûmena Damezrêner a sîstema Fediralîzma Rojava û Bakurê Sûriyê girêbesta civakî gengeşe dike, û di xala yekemîn de navê sîstemê hate guhertin ku navê “Rojava” jê hate avêtin. Hin hêzên siyasî ku li dijî biryara guhertina nav in didin zanîn ku, tevî piraniya endaman Kurd in, lê biryara guhertinê bi ser ket. Herwiha eşkere dikin ku ji ber vê yekê wan li ser vê biryarê xweparêz in.
Bi piraniya dengan biryara guhertina nav bi ser ket, da ku bibe Federalîzma Demokratîkrat a Bakurê Sûriyê. Hêzên ku biryara guhertinê bi ser xistine amaje bi wê yekê dikin ku, ev nav nûnertiya hemû pêkhateyan dike û sînorê netewan derbas dike. Herwiha tekez dikin ku, hemû netew bi wekhevî di vê sîstemê de dê bijîn û taybetmendiya her netewekê jî dê parastî be.
Navê fediralîzmê ji xalên herê bi arêşe bûn di civîna erêkirinê li ser girêbesta civakî de, ku nûnerên 12 partiyan li dijî guhertinê bûn û ew jî 5 partiyên Hevbendiya Niştîmanî, 6 partiyên Kombûna Demokratîk û Çepxwazan û Partiya Komînîst a Kurdistanî ku endam e di TEVDEM'ê de, lê piraniya dengan li ser guhertinê erê kirin ku di nav wan de nûnerên TEVDEM'ê ne.
Di demekê de hin şopîner dibînin ku, ti taybetmendiya Kurdî di vê pirojeyê de nemaye û guhertina nav wek binketinekê dinirxînin.