2 zarok ji encama topbarankirina rêjîmê de hatin kuştin

2 zarok di encama topbarankirina artêşa Sûriyê li ser deverên opozîsyna Sûriyê li rojavayê Helebê hatin kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

2 zarok di encama topbarankirina artêşa Sûriyê li ser deverên opozîsyna Sûriyê li rojavayê Helebê hatin kuştin.

Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan di daxuyaniyekê de ragihand, duh topxaneya artêşa Sûriyê bajarokê Kefir Dail ya li rojavayê Helebê topbaran kir, di encamê de 2 zarok hatin kuştin.

Di heman demê de ku agirbest di bin serpereştiya Rûsya û Tirkiyê de li tevahiya Sûriyê hatiye ragihand, lê li hin deverên ku di destê çekdarên opozîsyonê de hatin topbarankirin û agirbest hat binpêkirin.

Ev yek didemekê de ye, ku Encûmena Asayişa Navdewletî duh derbarê projebiryara Rûsyayê civiya û deng da wê projeyê, ku armanca wê pirojebiryarê ew e, pişteviya rêkeftina agirbestê li Sûriyê û destpêkirina danûstandinan ji bo çareserkirina krîza Sûriyê ye.

Li gor amarên Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan, ji encama şer û pevçûnan, di sala 2016an de 60 hezar kes li Sûriyê hatin kuştin, ji nava wan 13 hezar û 617 zarok bûn.