Welatiyekî Hewlêrê di êrîşa Stenbolê canê xwe jidest da
4 welatiyên Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistanê di hola şahiyan a Reinayê ya li bajarê Stenbolê de bûn, yek ji wan canê xwe jidest daye û 2 welatiên din jî birîndar bûn.
K24 – Navenda Nûçeyan
4 welatiyên Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistanê di hola şahiyan a Reinayê ya li bajarê Stenbolê de bûn, yek ji wan canê xwe jidest daye û 2 welatiên din jî birîndar bûn.
Li bajarê Stenbolê, êrîşeke çekdarî li hola şahiyan a Reinayê hat û di encamê de 39 kesan jiyana xwe ji dest dan û 69 kes birîndar bûn, 16 ji kuştiyan welatiyên biyanî bûn, ku yek ji wan welatiyê Herêma Kurdistanê ye bi navê Ehmed Resam El-Anî e.
Peyamêrê K24ê li Stenbolê Ercan Dag diyar kir, ku Ehmed Resam El-Anî 25 salî ye û xwendekarê zanîngeha Cîhan ya Hewlêrê, diya wî Kurd û bavê wî jî Ereb e. niha li nexweşxaneyê amadekariyê radestkirina termê wî bo malbata wî tê kirin.
Herwiha peyamnêrê K24ê da zanîn, 2 welatiyên Herêma Kurdistanê yên birîndar li nexweşxaneya Hasekî ya Lêkolîn Perwerdeyê ne, rewşa wan baş in.