Kurdekî rizgarbûyî ji K24ê re çêroka êrîşa Stenbolê vedibêje

Kurdekî ku ji êrîşa Stenbolê rizgar bûye ji K24ê re çawaniya rûdana bûyer û êrîşa şeva borî ya Stenbolê vegot û ragihand, êrîşker cilekî reş lixwe kiribû û ser rûyê xwe nixumandibû.

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Kurdekî ku ji êrîşa Stenbolê rizgar bûye ji K24ê re çawaniya rûdana bûyer û êrîşa şeva borî ya Stenbolê vegot û ragihand, êrîşker cilekî reş lixwe kiribû û ser rûyê xwe nixumandibû.

Elend Şêrwanî ku ji êrîşa hola şahiyan a Reinayê ya Stenbolê rizgar bûbû ji K24ê re got: “Destpêkê em di nava hole de bûn, piştre ez û hevalekî ve ji holê derketin, dor 30 metrî em li dûrî hole bûn, piştre êrîşker ji aliyê çepê ve hat, cilê wî hemû reş bûn û rûyê xwe nixumandibû, dema hat kesek kuşt û derbasî nave hole bû.”

Elend amaje kir ku, êrîşker dora 5-6 xulekan di holê de ma û piştre derket.

Li gor daxuyaniyên wî bînerî bûyerê Elend Şêrwanî, ku êrîşker cilên reş lixwe kiribû, ne wek hatiye ragihandin ku êrîşker cilê Papa Neol lixwe kiribû.

Şeva borî Demjimêr 01.15ê Li bajarê Stenbolê, çekdarekî li hola şahiyan a Reinayê êrîşek pêk anî. Destpêkê paswanekî û welatiyekî dikuje, piştre diçe nava holê û teqe li beşdarên ahenga sersalê dike.

Herwiha di bûyerê de hejmarek ji welatiyên Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistanê di hola şahiyan a Reinayê ya li bajarê Stenbolê de bûn, yek ji wan canê xwe jidest daye û 2 welatiên din jî birîndar bûn.