Çekdarên opozîsyonê: Emê şerê YPGê bikin

5 hezar çekdarên opozîsyona Sûriyê, ku ji helebê derketine, ji aliyê Tirkiye ve dê di operasyonên “Mertala Feratê” de cîh bigirin û şerê DAIŞ û YPGê bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

5 hezar çekdarên opozîsyona Sûriyê, ku ji helebê derketine, ji aliyê Tirkiye ve dê di operasyonên “Mertala Feratê” de cîh bigirin û şerê DAIŞ û YPGê bikin.

Li gor nûçeyeke malpera “Sputnik”, Fermandarekî leşkerî yê opozîsyona Sûriyê yê bi nav Taha Atraç ragihandiye ku “5 hezar endamên Artêşa Azad ên ku ji Helebê derketine, dê bikevin nav hêzên Artêşa Azad ên ku di operasyona Mertala Feratê de cîh digirin.”

Atraç diyar kiriye ku, ew çekdar niha li Idlibê ne, lê di demek nêzîk de derbasî herêma Babê dibin. Li wir dê li hember DAIŞ û YPGê şer bikin.

Proseya derxistina çekdar û sivîlan ji taxên rojhilata Helebê, li gor rêkeftinekê di navbera Rûsya, Tirkiye û Îranê de ji navîna meha Berçileya borî ve dest pê kir.

Li gor amarên Xaça Sor ya Navdewletî zêdetirî 34 hezar kes ji taxên rojhilata Helebê bo parêzgeha Idkibê hatine veguhastin, ji di nava wan de zêdetirî 4 hezar çekdarên opozîsyonê hene.

Herwiha li gor fermandarekî leşkerî yê opozîsyona Sûriyê Taha Atraç, ku di rojên bê de hejmara çekdaran dikare bête zêdekirin.

Arteşa Tirkiyê û çend grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê ji 24ê Tebaxê ve ketine nav Sûriyê û operasyonek berfireh bi nave “Mertala Feratê ji Cerablûsê û heta Babê bi rê ve dibin.