Şervanekî Brîtanî di nava YPGê de canê xwe jidest dide
Şervanekî Brîtanî yê di nava rêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de şer dikir li nêzîk bajarê Reqayê canê xwe jidest da .

K24 – Navenda Nûçeyan
Şervanekî Brîtanî yê di nava rêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de şer dikir li nêzîk bajarê Reqayê canê xwe jidest da .
Li gor medyayên Brîtanî, Ryan Lok yê 20 salî di meha Tebaxa bûrî de çûye di nava rêzên YPGê de û li dijî çekdarên DAIŞê şer kiriye, bêyî ku ti ezmûneke wî ya leşkerî jî hebe.
Herwiha aşkera kiriye jî, Ryan Lok di şer û pevçûnên li nêzîkî bajarê Reqayê di 21 meha bûrî de hatiye kuştin, bavî wî jî gotiye ku, kurê wî ji wan re gotibû ew bi niyaz e bi rêwîtiyeke giştiyarî biçe Tirkiyê û behsa wê yekê nekiriye, ku ewê biçe Sûriyê û şerê DAIŞê bike.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku YPG hêzeke wê ya sereke ye qonaxa duyem a operasyona rizgarkirina rojavayê Reqayê “Hêrsa Feratê” di 10 Beçileya 2016an de ragihandibû.
