YPG: 2 şervanên Brîtanî şehîd bûn
YPGê nasnameya 2 şervanên xwe yên Brîtanî ku di şerê kontrolkirina Reqayê de şehîd bûne aşkere kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
YPGê nasnameya 2 şervanên xwe yên Brîtanî ku di şerê kontrolkirina Reqayê de şehîd bûne aşkere kir.
Li gor daxuyaniya fermandariya Yekîneyên Parastina Gel (YPG), di operasyona Hêrsa Feratê ya kontrolkirina Reqayê de du şervanên ji regeza Brîtanî şehîd bûne, ku yek ji wan bi navê Nazzareno Antonio ye û bi navê “Agirî Ararat” nasyar e, yê din jî bi navê Ryan Lock e navê wî yê tevgerî jî “Berxwedan Gîvara” ye.
li gor daxuyaniya YPGê ew herdu şervan di roja 21 meha bûrî li gundê Cabir Xerbî şehîd bûne.
Gelek welatiyên biyanî di nav rêzên YPGî de şer dIkin û heta nIha bi dehan ji wan jî şehîd bûne.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku YPG hêzeke wê ya sereke ye qonaxa duyem a operasyona rizgarkirina rojavayê Reqayê “Hêrsa Feratê” di 10 Beçileya 2016an de ragihandibû.