Leyla Birlik serbest hate berdan

Parlementera Şirnexê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Birlik serbest hate berdan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Parlementera Şirnexê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Birlik serbest hate berdan.

Birlik di 4ê meha Mijdarê de li gel 8 parlementerên HDPê, di nav de Hevserokên HDPê Selahatin Demirtaş û Figen Yuksekdag de, hatibû girtin.

Bi biryara azadkirina Leyla Bîrlîk hejmara parlamenterên HDP yên girtî ji 12an dakete 11an.

Bi giştî 59 parlamenterên HDPê hene.