Rewşa Ahmeh Turk ya tenduristî metirsîdar e

Rewşa tenduristî ya Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmed Turk di metirsiyê de ye, biryar bû ku bo nexweşxaneyê bihata veguhastin, lê hîna ew di girtîxaneya Silivriyê de ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rewşa tenduristî ya Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmed Turk di metirsiyê de ye, biryar bû ku bo nexweşxaneyê bihata veguhastin, lê hîna ew di girtîxaneya Silivriyê de ye.

Peyamnêrê K24ê li Stenbol ragihand, li gor biryara wezareta Dadê ya Tirkiyê, biryar bû îro Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmed Turk bo nexweşxanê bihata veguhastin, lê heta niha Turk nehatiye birin û hîna li girtîgeha Silivriyê ye.

Peyamnêrê K24ê da zanîn jî li gor zanyariyên ketine destê wî, ku Ahmed Turkê dê bo nexweşxaneyê neyê veguhastin û dê li nexweşxaneya di nava girtîgehê de rewşa wî tenduristî bê çareserkirin.

Ahmed Tirk (74 salî) di ji 24 Mijdarê ve li girtîgeha Silvîriyê girtiye, di dilê wî de pîl heye û mehane pêwîstiya wî bi çavdêriya bizîşkî heye.

Herwiha hevjîna Ahmed Turk, Mulkiye Turk ji K24ê re da zanîn, berî du rojan (3 Çile) bi Ahmed Turk re pêwendeke telefonî de kiriye, ku rewşa wî ya tenduristî ne baş bû, rewşa dil û çavê wî ne baş bûn.  

Turk piştî di 17ê Mijdarê de ji hêla Wezareta Navxweyî  ya Tirkiyê ji kar hat dûrxistin û di 21ê Mijdarê de hat desteserkirin, 29 Mijdarê li Mêrdînê derket pêşberî dadgehê. Dadgehê biryar girt ku Turk bi hiceta endamtiya rêxistineke terorî girtin  bo girtîgeha Silivriyê ya li Stenbolê hatibû veguhestin.