Ji navçeya Sûrê re 2 milyar Lîre hatiye veqetandin

Ji ber şer û pevçûnên di navbera endamên PKK'ê û hêzên ewlekariyê yên Tirkiyeyê de ziyaneke mezin gihîştibû Sûr a Diyarbekirê . Wezîrê Bajarvaniyê yê Tirkiyeyê Mehmet Ozhasekî di çarçoveya projeyên bo Sûr a Diyarbekirê de serdana Sûrê kir. Wezîr, da zanîn ku dê heta 4 mehan xaniyên nû din ava Sûrê de werin avakirin û mexduriyeta welatiyan were dabîn kirin.

 

K24 – Diyarbekir

Ji ber şer û pevçûnên di navbera endamên PKK'ê û hêzên ewlekariyê yên Tirkiyeyê de ziyaneke mezin gihîştibû Sûr a Diyarbekirê . Wezîrê Bajarvaniyê yê Tirkiyeyê Mehmet Ozhasekî di çarçoveya projeyên bo Sûr a Diyarbekirê de serdana Sûrê kir. Wezîr, da zanîn ku dê heta 4 mehan xaniyên nû din ava Sûrê de werin avakirin û mexduriyeta welatiyan were dabîn kirin.

Di navbera 28'ê Mijdara 2015 û 9'ê Adar a 2016'ê de ji ber şerê di navbera PKK'ê û Dewleta Tirkiyeyê de zirareke mezin gihîşte navçeya Sûr a Diyarbekirê û rayedarên dewletê amaje kirin ku dê Sûr ji nû ve were avakirin û mexduriyetên welatiyan werin dabîn kirin. Wezîrê Bajarvaniyê yê Tirkiyeyê di vê çarçoveyê de serdana Sûrê kir û da zanîn ku, hikumetê ji bo jinûve avakirina navçeya Sûrê milyarek û 950 milyon lîreyê Tirkî veqetandine.

Wezîr amaje kir ku dê mexduriyetên welatiyên Sûrê jî hemû werin dabîn kirin û got: "Dê li nava Sûrê xaniyên nû ku li gorî mîmariya dîrokî bin werin avakirin. Ev xanî jî dê heta 4 mehan werin xilas kirin. Her wiha dê li gorî berê şînayî ya navçeyê jî zêdetir be. Em ê projeya Geliyê Dîcleyê jî zindî bikin û projeyên nîvcomayî jî zindî bikin."

Wezîrê bajarvaniyê amaje kir ku, dê ji bo kesên xaniyên wan xirap bûne xaniyên nû werin ava kirin, eger ev neyê qebûl kirin jî dê ji dêvla wê de pere werin dayîn . Parlementerê Ak Partiyê yê Diyarbekirê Galîp Ensarîoglû jî di derbarê jinuve avakirina Sûrê de anî ziman ku wan heta niha gelek welatî din ava xaniyên nû de bi cih kiri ne.

Ensarîoglû ji K24ê re wiha got: "Heta niha ji bo mexdurên Sûrê 7 hezar xanî hatine avakirin. Her wiha kesên ku di xaniyên nû de bi cih nebûne dê di saziyên dewletê de wek xebatkar werin bi cih kirin. Em nabêjin ku tiştên me kiri ne têrê dike. Em ê li ser dabîn kirina mexduriyetan berdewam bin."

Di dema şer û pevçûnên Sûrê de li gel welatî û xaniyên wan ,di heman demê de şûnwarên dîrokî jî ziyan dîtibûn. Yek ji van şûnwaran jî Mizgefta Kûrşûnlû ye ku restore kirina wê jî dest pê kiriye.

 

 

Fly Erbil Advertisment