Sarinca Jêrzemîn piştî 1500 salan yekemîn car e ku tê nûkirin

Yek ji mekanên herî dêrîn yê Stenbolê anku Sarinca Jêrzemîn (Yere Batan Sarnıcı) bi restorasyonê des bi sala nû kir. Avahiya 1500 salî yekem car e ku dê bi awayekî giştî were restorekirin. Restorasyên dê 450 rojan berdewam bike û piştî restorasyonê sarinc dê bo geştyaran dîsa were vekirin. Kurdistan 24, kete nav vê avahiya dêrîn û dîmenên ev mûzeya ku hersal ji aliyê 2 milyon kesan ve tê ziyaretkirin bo bîneran berhevkir.

 

K24 – Stenbol

Yek ji mekanên herî dêrîn yê Stenbolê anku Sarinca Jêrzemîn (Yere Batan Sarnıcı) bi restorasyonê dest bi sala nû kir. Avahiya 1500 salî yekem car e ku dê bi awayekî giştî were restorekirin. Restorasyên dê 450 rojan berdewam bike û piştî restorasyonê sarinc dê bo geştyaran dîsa were vekirin. Kurdistan 24, kete nav vê avahiya dêrîn û dîmenên ev mûzeya ku hersal ji aliyê 2 milyon kesan ve tê ziyaretkirin bo bîneran berhevkir.

Sarinca Jêrzemîn ji kevintirîn sarinca avê ya cîhanê ye. Beriya 1475 salan ji aliyê Împaratorê Romayê Justînyenê yekem ve hatiye çêkirin. Kapasîteya avê ya sarincê 100 hezar ton e û di dema Osmaniyan de pêdiviya avê ya qesra mezin ji vir dihate dabînkirin. Sarinc ev nêzî 30 sale wekî mûze tê bikaranîn. 

Gerînendeyê Giştî yê Sarincê Celalettîn Denîztoker li ser Sarinca Jêrzemîn ji K24ê re wiha axivî: "Ev der li ser 10 hezar donimî hatiye avakirin û yek ji herî kevintirîn sarinca cîhanê ye. Di sarincê de 336 stûn hene ku her yek ji wan bi qasî 9 metreyan dirêjin. Her sal teqrîbî 2 milyon geştyar vê sarincê ziyaret dikin."

Sarinca ku van 5 salên dawiyê ji aliyê 10 milyonî zêdetir geştyaran ve hatiye ziyaret kirin yekemîn care ku bi awayekî giştî tê restorekirin.

Denîztoker got jî: "Di sarincê de di demên berê de çend restorasyonên biçûk hatine çêkirin lê ev yekemîn care bi giştî dê were restorekirin. Deformasyona li ser stûnan, derzên avê û riyên bo gerînê dê li gor şêweya resen ji nûve werin restorekirin. Herwiha da ku geştyar sarincê baştir bibînin dê bi ronahiyên taybet were xemilandin."

Di sarincê de derên ku tên restore kirin tên girtin lê beşên din bo geştyaran vekirî ye. Beşên ku niha girtîne dê piştî restorasyonê bo geştyaran dîsa bê vekirin.

Geştiyarekî Japonî dibêje: "Ez ji Japanê me û ev yekemîn car e ku têm Stenbolê. Bi rastî ez şaş mam; bajarekî gelekî mezin e. Ev der newaze ye. Di jêr zemîn de gerîna li cihekî bi vî awayî bo min gelekî serincrakêş bû."

Geştiyarekî ji Efrîkaya Başûr jî got: "Ez fêrbûm ku ev der beriya 1500 salan hatiye çêkirin. Cihekî gelekî newaze ye. Telersaziya wê gelekî cûda ye. Cihekî bi efsûne. Divê mirov werin û vî cihê dêrîn bibînin."

Restorasyona sarincê dê 450 rojan berdewam bike û bihayê restorasyonê jî 20 milyon dolar e. Piştî restorasyonê sarinc dê dîsa wekî mûze were bikaranîn.