Li Wanê şanoya "Nîgara Xwînrêj" hate lidarxistin

Li Wana Kurdistanê ji aliyê Komeleya Huneran ya bi navê Liberta ve lîstika "Kanli Nîgar" hate lidarxistin. Welatiyan jî eleqeyek mezin nîşanî vê şanoyê dan.

 

K24 – Wan

Li Wana Kurdistanê ji aliyê Komeleya Huneran ya bi navê Liberta ve lîstika "Kanli Nîgar" hate lidarxistin. Welatiyan jî eleqeyek mezin nîşanî vê şanoyê dan.

Li Wanê lîstika "Kanli Nîgar" ango "Nîgara Xwînrêj" ku ji aliyê Sadik Şendîl ve hatiye nivîsandin li Şanoya Dewletê ya Bajêr hate lidarxistin. Şano, ji aliyê Umît Pinaroglu ve tê bi rê ve birin û lîstikeke bi mûzîk û pêkenî ye.

Di lîstika ku ji aliyê Komeleya Huneran ya bi navê Liberta ve hatiye amadekirin de serleheng Nîgar e. Nîgar keça malbateke xizan e û piştî wextekî diçe li cem malbateke dewlemend xizmetkariyê dike. Lê belê Nîgar, rastî zextên begê malê tê û bi vê sedemê li dijî begê malê disekine û her tim rêyên ku ji malê xilas bibe digere. Ev lîstika ku li Wanê hate pêşandan ji aliyê gelek kesan ve eleqeyek mezin dît û nezî du saetan berdewam kir.

Lîstikvan Yaşar Yayan li ser şanoyê ji K24ê re wiha axivî: "Ev şanoya me ya sêyemîn e ku em derdixin. Navê şanoya me jî Kanli Nîgar e û du saet û bîst deqîqeyan dikeşê. Me taze derxiste ser dikê û sê mehan berhevkirina vê şanoyê kir. Mêvanên me jî pê pir kêfxweş bûn. Em hefteyeke din dîsa di eynî rojê û saetê de li ser dike ne.

Şano, gelek hêmanên şanoya Tirkî di hundirê xwe de vedihewîne û silavekê ji şanogeran re dişîne. Di şanoyê de hişmendiyeke ku jin li dij zextan disekinin bi awayekî dramatîk derdikeve pêş. Nîgara elemkêş, piştî demekê hînî van zextan dibe û di nav van pêkûtiyan de dijî. Taybetmendiyeke şanoyê jî ew e ku lîstikvanên wê ji pîşekariyên cuda pêk tên.

Derhêner Umît Pinaroglu jî got: "Sedema derxistina me ji bo li Tirkiyeyê em jinan ji bin zilma zilaman derbixin bû. Şanoyekî gelekî xweş derket. Lîstikvanên me pazdeh kes in. Hemû jî ji hev cuda ne. Xwendekar, karker, karmend hebûn yanî ji hemû aliyan hebûn û hemû jî ji bo vê şanoyê derbixin derketin ser dike.

Bûyer, li Aksarayê diqewime û pê de mala Nîgarê dişewite û ew jî ji ber deyndarên xwe bi armanca afirandina jiyaneke nû bar dike Stenbolê. Herwiha ev lîstik, lîstikek e ku ji raboriyê heta niha reseniya xwe parastiye û gihandiye îro.